JEHR Û JIYAN

JEHR Û JIYAN
24 Aralık 2017
 

Dilê min bi kul û birîne.
Ji qeşmer û liştokan ji rexêk.
Derewçîn û nezanan ji rexêkî din.
Reben û nekes.

Tev bihev re yek jehrêkin.
Kul û birîn can bê pergal dihêlin.
Mecal namîne di can da.
Ji ber êşekî kû tê ji gemaran.

Van tevger û êşan.
Min ji riya min dikin.
Neyaran jî dil xweş.
De rabin êdî bese.

Rabin serxwe ji xewa gemariyê.
Xwe bigirgişînin ji qeşmeriyê.
Derewên nezaniyê.
Rebenî û nekesiye.

Liştok tim birçîne.
Jehrin jîr nînin.
Êş û birînin bi ziman çewtiyê.
Hûn çi bikin bixwe dikin.

Çima hûn nizanin?
We xwe kir qeşmer.
Win têr nebûn bi gemariyê.
Birçî man bi liştokiyê.

Ez û dilê xwe man bi kul û birînan.
Êş û birînên min bûn cejna neyaran.
Çi bêjim çi bikim..?

Lixwe bibim xwedî.
Bi sonda Kurdistan î.
Dilê bi kul û birîn.
Her dem serbilind.

Bi cehd û bi xîret.
Bi bawer î.
Ezê bijîm bi serbilind î.
Neyarno ez stran im.

Nexş im ez.
Nexşa Kurdistanê.
Kurdistan a ser bi xwe.
Ez natewim û naşkim.

Kurd im ez vame li vir im.
Bi derd û kulan.
Bi êşa birînan.
Ezê hukumdaran bixulqîn im.

Stran im.
Nexş im.
Kurd im.
Serbilind im.
Vame li vir im.
Vame li vir im.
Vame li vir im.

Hüseyin Baybaşin